selamî min leser to bê gułî gułzarî alanî
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
1 Xulek
769 Dîtin
selamî min leser to bê gułî gułzarî alanî
minî bulbul nema sebirim diłim kewte perêşanî
be wesiłit ger nekey dermanî zamî qelbî meẍmûmim
le kûrey fîrqeta emirim wicûdim zû ebê fanî
be tałî xot bike şîrîn, ’ezîzim tê bike besye
lebo em new’e îsqame eto manendî luqmanî
lebo îkmalî bezmî xot ebed řeḧimit nebû qurban
ke sûta cîsim û dił mabû, ewîşt kirde buryanî
se’îda boçî napirsî wîsałîNasnava edebît bû, ewîş sûta
le cadey kafrî lade, were ser řêy musułmanî
birake lêre min şekir û eto kakuł lewê bêne
were êre deba bigrîn, zemanî řendanî