řuşteyî lu’lu’ le daney eşkî min degrînewe

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  613 Dîtin
řuşteyî lu’lu’ le daney eşkî min degrînewe
boye her dem aşna bo ḧałî min degrînewe
key debê wek bulbul û guł dabnîşîn pêkewe
ew be xendey lêwî ał û min be girye û şînewe
baẍî řuxsarî le min poşî be serpoşî nîqab
yanî laço ’aczim îmřo bedes gułçînewe
ta qyamet ser le sucdey şukirda heł nabiřim
ger biłê: laço leber çawim, be xeşim û qînewe
turkî çawî ger bibînê ’abîdî xełwet nişîn
dête cunbuş ew be cubbe û xerqeyî peşmînewe
ba neka ’aşiq giley naḧeq le bedbextî řeqîb
xwênî ferhade û gunahî wa beser şîrînewe
sîḧrî ẍemzey werdegêřê zahîd û ’alim le řê
em be kołê ’îlmewe, zahîd be barê dînewe
ger biłêm qurbanî to bim řû le min ke leḧzeye
werdegêřê şem’î řuxsarî bedem amînewe
řîşeyî cergî lebin hênam be qullabî mujey
bo deka ḧaşa be pencey qirimz û xwênînewe
çî deka îngilîzNava taybety hîcirit ’eskerî lutifit ke hat
zû be zû besreNava taybety wîsalit bê seda degrînewe
min ke wa mat û pyadem ger řuxî şa řêge da
tey dekem ’ersey kumeytî ew be sed ferzînewe
naryaNasnava edebî bêjenNava taybet sîfet ta key le bo turkî cîhan
qeydî zîndanî be destî nefsî wek gurgînewe