be cîlwey ’eksî toye dił ke wa sermest û xendane

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  691 Dîtin
be cîlwey ’eksî toye dił ke wa sermest û xendane
be yadî to wekû tûtî, zubanim şekker efşane
be şewqî toye mesrûrî, le dûrî toye řencûrî
gehê ger xende piř lêwe, demê ger dîde giryane
řija sed dane eşkî ałî çawî min be ser ’eksa
ke şaystey nîsarî sûretî to le’il û mercane
be îstiqbalî tîmsalit ḧeyatim hate ser lêwim
ke îstiqbalî qîbley min nîşaney ehlî îmane
be maçî ḧerfî zerift serfî derd û wez’î pîrî bû
meger serçeşmeyî xamet! nimûney awî ḧeywane
ḧesed engêzî cem’î ehlî mîsirNava taybet û şarî beẍdaNava taybetye
ke bê řûyî zuleyxaNava taybet bû, meqamî mahî ken’anNava taybete
’ezîzî bê esasî řencî ẍurbet şahî min nabê
le yûsifNava taybet to temaşa ke çi beḧsî ḧepis û zîndane
eger gahê be yadim key gelê muşkîl nîye çawim
newaziş ’adet û şêwey netîcey şahî merdane
fereḧ hat û elem derçû, cefa řoyî nema matem
bełê řakirdinî řêwî le şêrî şerze asane!
teşekkur lazme ewřo, le ser narîNasnava edebî le bo barî
ke textî dił îqametgahî cîlwey canî canane