qewmîne werin lazme ewřo ke ’eyane

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  432 Dîtin
qewmîne werin, lazme ewřo ke ’eyane
dîqqet le esasî hunerî ehlî zemane
her nukte le bo êwe, kewa bête beyano
şerḧêkî letîfe, be piř û pûçî mezane
esnafî benî new’î beşer seyrî le her la
asarî zeka û ’emel û ’îlmî beyane
sînfêkî be teyyarewe merbûte xeyałî
daym le hewar û le felek kesbî geřane!
sînfêkî be tel mayle, sînfê be me’adîn
sînfêkî le bo top û tifeng fîkirî řewane
em nukteye serbeste nebê çake be kurdî
her kurde ke wa ẍafił û bê --Teksta ne aşkira nezane
her kurde le her dewłet û her begilg û hercê
peyweste bebê ----Teksta ne aşkira wîrdî zemane
her yek be ser û sûret û hey’et wekû şêre
emma le huner xałî û layeq be nemane!
ya mediḧ û senay pîneçî û dom û xeřate!
ya basî gez û şayen û te’rîfî qepane
ya sirte le simit û kefelî lûsî hetîwe!
ya beḧsî xet û xał û ser û zułfî jinane!
îsmê ke nebê cîsmî be zerfî duř û dane!
wek swałet û wek kaşîye konî hemedane
qewmîne bese ẍefłet û bedbextî heta key?
zor ḧeyfe legeł qesrî îrem beḧsî kulane!
bêdar û teleb karî cîhan pakî ezanê!
su’bet nîye diłsozîye em mew’îzemane