ey taze cwan pîr bî ew şêwe meşêwêne

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  438 Dîtin
ey taze cwan pîr bî, ew şêwe meşêwêne
binyadî hemû dînî, yek def’e le bin bêne
bo şem’î řuxî xote, to pûşî hemû ’alem
yek bare wekû cergî perwane bisûtêne
wa faşî be tersayî, meşhûrî be ’îsayî
î’cazî mesîḧayî, xořayî mefewtêne
bazařî xeyałatî min boye weha germe
ew yare ke wa taqe, emřo ke ẍezel sêne
sewdayî mehî mîsre, ey nefsî ’ecûzî min
çun neqdî emel peşme, zû bêne, de zû bêne
çen sałe le nêw kêwî hîcranî bełada dił
wek berxî bebê saḧîb, bê bas û seruşwêne
hênd çerxî qeza tîrî hîcranî le narîNasnava edebî da
bêçare le ser ta pê, lîbasî hemû xwêne