leber tîrî mujey bê mirwetî ew şoxe nexşîne
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
1 Xulek
1118 Dîtin
leber tîrî mujey bê mirwetî ew şoxe nexşîne
le hercê dengî ya tełqîne, ya yasîne, ya şîne
le daxî xare herdem şîwenî bulbul be ser gułda
le ber ew wecheye şînim, ke řûy muḧtacî taşîne
biřo zahîd ke dił nadem be we’dî pûç û efsane
nîşaney sefwetî dił key be řîş û xerqe poşîne
le her wextê be mijdey mey, xiroşî berbet û ney bê
be emrî pîrî meyxane, zemanî bade noşîne
ne her mil layqe destî be serbestî le gerdin key
ne her ser wacîbî destey guł û serpoş û pûşîne
yekê wa çake ser bo efserî şahaneyî keç ka
yekê mustewcîbî bergî pełas û kone poşîne
be şwênî meḧwîNava taybeta nezmim seraser şîne bo mergî
le eş’arim temaşa ken, serapa axrî şîne
be řûxoşî ke fermûye debê narîNasnava edebî ’eyadet kem
ewa mirdim le xoşîda le xoşî ew nexoşîne