leber tîrî mujey bê mirwetî ew şoxe nexşîne

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  799 views
leber tîrî mujey bê mirwetî ew şoxe nexşîne
le hercê dengî ya tełqîne, ya yasîne, ya şîne
le daxî xare herdem şîwenî bulbul be ser gułda
le ber ew wecheye şînim, ke řûy muḧtacî taşîne
biřo zahîd ke dił nadem be we’dî pûç û efsane
nîşaney sefwetî dił key be řîş û xerqe poşîne
le her wextê be mijdey mey, xiroşî berbet û ney bê
be emrî pîrî meyxane, zemanî bade noşîne
ne her mil layqe destî be serbestî le gerdin key
ne her ser wacîbî destey guł û serpoş û pûşîne
yekê wa çake ser bo efserî şahaneyî keç ka
yekê mustewcîbî bergî pełas û kone poşîne
be şwênî meḧwîNamed-Entitya nezmim seraser şîne bo mergî
le eş’arim temaşa ken, serapa axrî şîne
be řûxoşî ke fermûye debê narîPen name ’eyadet kem
ewa mirdim le xoşîda le xoşî ew nexoşîne