çawekem dîsan nîşaney tîrî mujganim meke

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 2 minutes  1445 views
çawekem dîsan nîşaney tîrî mujganim meke
ḧeyfe bê sûç û qebaḧet, tîre baranim meke
merhemî derdî giranim wa le şîşey řûtda
řû le min ke, řehnimûnî małî luqmanim meke
derdî min derdê girane, ey tebîbî mîhreban
zeḧmetî naḧeq mekêşe, taze dermanim meke
řehzenî zułifit bifermû lêm geřê bêm û biřom
bênewam û arezûy azar û lêdanim meke
taqetî barî perêşanî fîraqit muşkîle
dûr le řûy to her wekû zułifit perêşanim meke
bo dekey men’im le baẍî wesłî xot to bî û xuda
şêt û sergerdan û wêłî deşt û meydanim meke
damexe dugmey yexey sînet beser pencey ḧeya
bê wefa! meḧrûmî seyrî baẍî sêwanim meke
xałî şînit derxe, ta bazařî şînim bêtewe
bo řewacî ḧusnî xot bê şîn û giryanim meke
zułmetî zułifit desa lade leser kułimit demê
bê nesîbî şewq û şu’ley mahî tabanim meke
min be şer’en musteḧqim bo zekatî ḧusnî to
to ke saḧîb dewłetî, bê beş le îḧsanim meke
pêy witim: narîPen name çi beḧsî şer’ û řaw û řêwîye
ger be ḧatem bim wiřawey nî’met û nanim meke