le min kanî teła mexfî bû dêmo

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  374 Dîtin
le min kanî teła mexfî bû, dêmo
lemewla ḧeyfe dił bestin be sîmo
wicûdim wek gułî pejmurde wa bû
nesîmî lutfî to hat û geşîmo!
lebo teşrîfî yadî to le beyna
heçî xarê le řêda bû çinîmo
le dûro boy şemîmî kaẍezit hat
be terzî guł, be dem badî nesîmo
be řesmî «elf û dal û bê» werim girt
çi wergirtin: be «mîm û elf û çîm»o
giriftarim ḧeqîqet lem meqame
wekû gewher be des şexsî le’îmo
lelay narîNasnava edebî heçî xermanî ẍem bû
be mecmû’î řeqîbanda beşîmo