ta key be sitem maylî ey çerxî cefaco

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  390 Dîtin
ta key be sitem maylî ey çerxî cefaco
ta key le ẍemit zarî û feryad û xuda řo
ta key řewşî keç řewî û fîtne firoşî!
bo nehbî fereḧ, dewre û cewlanî tekapo?
bo nîte legeł ehlî xîred mîhir û wefa to?
bo ehlî şeref ’aciz û bêzare ledes to?
bo xesmî lebo saḧîbî ’îrfan û sedaqet?
bo yarî legeł taqmî bedtînet û bedgo?
bo alî ’elî pare buwe cergî le daxt?
wek cergî ’îraqî be demî tîrî hulakoNava taybet
mîhirit ke nîye, zeḧmetî bê ẍaye le serçî
lutifit ke nîye, mîḧnet û azar û elem bo?
kolare çi ḧusnî heye meşẍûłe be seyran
’enqa çi gunahî heye meḧbûse be qafo?
bo zaẍî syehçerde, nezerbaze le baẍa
bo bazî sipî wêłî byabane be daxo
ey xû keç û keç baz û keç endêş û ’emel keç
danê nefesê yek qedemî çake be řaso
dek text û esast be demê zêr û zeber bê
wek nîte demê gerdiş û řeftarî leserxo
narîNasnava edebî le fîraqî řuxî menzûrî ’îraqî
ẍerqî ’ereqî ahe bedem mîḧnet û şîno