diłim her wek semawer piř le coşe
Li pirtûka:
            Dîwanî Narî
        Berhema:
                Narî (1874-1943)
        
             1 Xulek
             1741 Dîtin
        
        
    diłim her wek semawer piř le coşe
xerîkî soz û giryan û xiroşe
be daym çaweřêge û întîzarî
nesîmî çawî çakey ça firoşe
wekû tîflê biřabêto le dayk
hemîşe tund û ałoz û nexoşe
be kurdî ’îşqî ew daym legeł ça
wekû ewladekanî konepoşe