heta řu’yet nekem şêwey hîlalî fewcî derbanit
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
1 Xulek
860 Dîtin
heta řu’yet nekem şêwey hîlalî fewcî derbanit
emin dûrim le îftarî sirûrî cejnî qurbanit
beser serma felek hewrî ẍemî bew terze kêşawe
nemawe bînşî bedrî řuxî řexşanî tabanit
le ’ersey zîlleta nabê necatî dił le des ẍem bê
bebê îmdadî cewlanî, xemî çalakî çewganit
muqîmî astanî řef’etim wek cem eger yek dem
bibînim sûretî ’ekist le sefḧey camî eywanit
be mîqrazî tebî’et bîbiřim, wa çake bîdozim
be makîney senaxwanî, ẍezel bo ferşî heywanit
le şarî sîne dił daral’emanErebîe bo ẍemî hîcret
be ḧîkmet daral’îḧsanErebîe, esasî bîtu al’eḧzanErebît
girîbanî sebûrîm çake wek bulbul le şewqî guł
nimûney çake em çake, be yadî çakî damanit
bilûkî xakî êranî xeyałatim perêşane
be sebkî nezmî meşrûtey řehendey derdî hîcranit
diłî narîNasnava edebî besanî ẍunçe tenge ger neka yarî
nesîmî dił newazî ẍem, gudazî badî damanit