ey xakî weten bo çî nema şêweyî parit

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 3 Xulek  898 Dîtin
ey xakî weten bo çî nema şêweyî parit?
bo bû be şewî zułmet û tarîke neharit?!
bo basî nema defterî eḧkamî îlahî?!
bo yadî xuda wa le gurêza le kenarit?
bo ’aciz û bêzarî le me’şûqeyî teqwa?
bo pîrejnî kone hewa bûbû be yarit?
wek bazî cefakarî sitem pîşeyî nemrûd
bo teyrî sefa, murẍî cefa, bû be şikarit?
sa bo çî nekem şîwenî guł, sîse le baẍa?
dił bo çî nekem let let û sed pare le daẍa?
ey xakî weten, boçî nema řewneqî caran?
bo qatîye řesim û řewşî suḧbetî yaran?
bo bê esere, řewneqî bazařî dyanet?
bo ḧusnî ’emel hîçî nema yek le hezaran?
bo dengî nîye cezbeyî sofî le seḧerda?
ya şukirî ẍenî, sebrî feqîran û hejaran?
kwa şořşî derwêşî û tehlîle şew û řoj?
kwa ne’reyî dêwane, wekû ře’dî beharan?
’aciz mebe lem teb’î keç û ḧałetî bed xût?
bê perde, nebê bê edebî, tif le ser û řût
ey xakî weten boçî nema seyr û sefaket?
bo zêr û zeber bû be demê, qesrî wefaket?
bo gułşenî adabî meḧebbet nîye emřo?
bo saze le bo neşterî dił xarî cefaket?
bo dił be diłê meylî nemawe le wetenda?
bo řûy le teref qîble nema qîblenumaket?
bo qa’îdeyî buẍiz û ḧesed saze le toda?!
bo pakî şika, penceyî îḧsan û ’etaket?!
sa boçî nebî to be zirêbarî mecûsî?!
ya çîhreyî to dîde nebînê be ’ebûsî!
ey xakî weten, yadî wefa boçî nemawe?
bo bazî sipî ’îlim û edeb, bałî şikawe?
bo espî qena’et, nîyetî quwetî cewlan?
bo hîmmetî erbabî kerem xettî kişawe?
bo sazî tereb tarî dûsed lanîye îmřo?
bo řuşteyî ’îsmet, le dûsed cêwe biřawe?!
bo tazeye kîn û ḧesed û buẍiz û ’edawet?!
bo kîseyî daney guher û çake diřawe?!
bo ’îlim û ’emel bê esere emřo le dinya?!
bo ehlî xuda pakî hemû cergî biřawe?!
çun meşrebî to metlebe lay mîlletî ’îsa
tirsim eweye ’aqîbetit bibye kilêsa
ey xakî weten bo çî çemen çołe le bułbuł?
wechî çîye bem řenge nema cîlwegerîy guł?
bo ayetî cem’îyetî xatir le wefada?
mensûxe, perêşane, wekû ḧuccetî batił
bo bûy be tełe û dawî hemû şêx û melaye!
aławî le mil pakî çi huşyar û çi ẍafił
bo yadî nema şořş û ẍewẍayî qyamet?!
lay ehlî cîhan, pakî çi bê fehim û çi ’aqił!
ger tobe nekey to le teqazayî hewes zû
dek zêr û zeber bê, wekû ew şare ke řoçû
ey xakî weten ẍefłetî bê ẍaye heta key?
meşẍûłî hewa û hewes û kaye heta key?
bo yadî meqamî ebedî meḧwe le diłta?
şewq û tereb û menziłî bê paye, heta key?
dinya ke hemû leḧze hem aẍoşî kesêke!
suḧbet legeł em faḧîşe řîswaye heta key?
bo xot ke dezanî le merg nîte hełatin!
pes em hemû tefre û şite bê caye heta key?!
nazîş meke ey nefsî firomaye be tedrîs
nek destî eto, bê bigrê xayeyî îblîs!