paketî şîrîn mefadî ḧezretî şahane hat

bo şêxanî tewêłe û byareye
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  1130 Dîtin
paketî şîrîn mefadî ḧezretî şahane hat
herwekû tûtî be kołê qendewe merdane hat
bo mubarekbayî em ’eyş û sirûr û ’îşrete
tayefey aẍa û begler, ’eşret û bêgane hat
cem’î derwêş û mela û sofî legeł ehlî terîq
saqî û meynoş û mest û murşîdî meyxane hat
def zen û şimşałjen û serpakî dengixoşî wiłat
şêt û ser’î gêj û ẍafił, ’aqil û ferzane hat
ser be pirç û des be zerg û mil be řeşmar û bełê
sef be sef dem piř le agir, taqmî dêwane hat
pirçî derwêş û çira têkeł be yek bû, bû be şew
nûr û zułmet hate pêş û bo sema perwane hat
berx û mê, hêhêy beran û kawiř û şek bê ḧîsab
qend be xerwar û xerar û dûberey piř şane hat
sed jin û sed pîrejin, dûsed kiçî nerim û nyan
sed minałî bêkes û kesdarî dû sałane hat
sed le cû, yek sed le tersa, sed le řehbanî mecûs
sed le gewrey bitperist û sade řûmestane hat
sed qitû enwa’î ’etrî, sed le şûşey piř guław
sed çepik xunçe û wenewşe û nêrgis û řêḧane hat
muftî bo fitwa beney, qazî le bo teḧlîlî mey
sed mudeřřîs bo îbaḧey bezmî em meydane hat
bû be řojî cejin û şadî, wek cilûsî padşa
hatî narîNasnava edebî bû le sayey to, ke wa azane hat