gyan be îstîqbalî bo ser lêwekem hat û nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  1068 Dîtin
gyan be îstîqbalî bo ser lêwekem hat û nehat
bû be şîwen şadmanî, řoḧî min řojî memat
bo wefatim, ger wefayê ka be hatin, yek nefes
lazme destewdo’a bim, ta ebed min bo wefat
kafrî zułifit be ahim, key le mułkî řomî řût
derdeçê ta komekî bê leşkirî xałî syat
dewłetî ḧuznî min û xermanî ḧusnî to ’eceb
kes nebû carê le her dû pê biga řesmî zekat
bê şu’a’î şemsî řuxsarit le bo kê ḧel debê
hendesey xałî seḧîfey ’arîzî ḧîkmet numat
key be ummêdî ḧeyatim, dûr le şehdî lêwî to
zułmetî zułifit ke dewrey da le ser çeşmey ḧeyat
fewcî turkanit ’eceb çalake bo tesxîrî dił
şoretî afaqe arê, zemzemey fetḧî supat
ger şiksitî da be şekker lêwî ał û gerdinit
bê řewacî da be şûşey şerbet û şûşey nebat
wa ẍubar engêze bo amancî dił tîrî mujet
aftabî řûmetî poşîwe, gerdî tûtyat
mahî řuxsarit ke cîlwey da le şamî perçema
řoj be řûzerdî le meşrîqda berew meẍrîb hełat
xałî daney bulbulî dił, zułfî xawî dawîye
key debî narîNasnava edebî le dawî xawî murẍî dił necat