mat û peşêwim nema sebir û qerar û şekîb

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  600 Dîtin
mat û peşêwim nema sebir û qerar û şekîb
çunke ’îlacî nebû derdî diłî bê tebîb
fermûte bê zû be zû, bîke be karim ’edû
ẍaretî dînim be dû nêrgisî cadû firîb
eşkim eger wek meye, nałem eger wek neye
řûme eger wek beye, pakî le daxî řeqîb
řûmetî řexşane ya, mahî direxşane ya
le’lî bedexşane ya, laleyî lêwî ḧebîb
zułfî le dû la beła, xettî çelîpa numa
nafîye bo masîwa, nahîye bo her selîb
baẍî îrem řûyetî, mîşkî xeta mûyetî
dîdeyî cadûyetî, řehzenî yar û ẍerîb
narîNasnava edebî eger ’aqłî, bo le xuda ẍafłî
ḧeyfe eger kamłî, bê edebî bo edîb