sûr û sipîy û naske wek çûzere řêwas

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1388 Dîtin
sûr û sipîy û naske, wek çûzere řêwas
awdar û teř û tazeye kołmey wekû gêłas
endamî letîfî çi biłîm, ’eynî bilûre
boy ’etir û henasey memkî kelle deka kas
xałî ḧebeşî qirçe dexate diłî ’aşiq
şimşêrî biroy sîne deka şeq wekû ełmas
ḧesret zedeyî aşqî şeydaye cemałî
meḧfûzî bikey řebbî mîne alcîneة û alnasErebî
lew sûrete meh peykere, lew serwe řewane
lew zulfe syamare ke ew gence deka pas
mułkî ’ecem û řome behay boseyî lêwî
deykem be fîday yek nîgehî mamş û biłbas
tahîrNasnava edebî serî teslîme le ber xakî berî pêt
daynawe îtir ḧeyfe meke besye qise û bas