şemał yar nedît şemał yar nedît

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 2 Xulek  1403 Dîtin
şemał yar nedît, şemał yar nedît?
wextê to amay, dîdey yar nedît?
ew dîdey seywan piř xumar nedît?
ew tûřey çîn çîn syamar nedît?
diłdar diłber, sitemkar nedît?
ahûy xutenî weş řeftar nedît?
ew pencey qirimz, ḧenayî nedît?
ew nûr dîdey, bînayî nedît?
gułřûy gułçîhrey, guł’endam nedît?
sosenî kiłaf muşkîn fam nedît?
loloy nasuftey hîç ełmas nedît?
kan yaqûtî bê qyas nedît?
lîmoy newřsey memanş nedît?
ebroy seyf asay kemanş nedît?
sîney sîm bewr perwerdiş nedît?
xunçey neşkuftey bê gerdiş nedît?
bałay ’er’erî seru asa nedît?
şox dîde şeng bê wefa nedît?
şabaz merîwan, heło xû nedît?
nazdar xêłan, fîtnecû nedît?
nedît to beyo be ’îşwe û nazê?
biperso eḧwał, min le řêwazê?
teḧqêq bo şemał ew şox û şenge
nedîdey şabaz ew dił çûn senge
hîç nyen we teng meynet berdekeş
bê qeyden ne ḧał suxtey derdekeş
yaşa, her yarê bê wefa û meylen
derûn we badey bê meylî keylen
daym giriftar ah ’uşaq bo
nesîbiş daym tał fîraq bo
be wêney tahîrNasnava edebî her derdedar bo
dîdey mexmûrş daym bîmar bo