nemawe şarî babil çahî harût

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  1336 Dîtin
nemawe şarî babil, çahî harût
le kwê xwêndûye efsûn, çawî cadût
dełêy torawe qîbley aşqanit
ke emřo keç buwe mîḧrabî ebrût
wekû mercanî ałe řengî eşkim
le taw řuxsarî le’il û lêwî yaqût
meke men’im le şehdî lêwîy ałit
dezanî xo ke kes najî be bê qût
’eceb sîřřî le ebrota beyane
muxalîf pêkewen hem taq û hem cût
were tahîrNasnava edebî mebeste dił be dunya
be zahîr cwan û, batîn pîr û fertût