nemawe şarî babil çahî harût

From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
 1 minutes  1335 views
nemawe şarî babil, çahî harût
le kwê xwêndûye efsûn, çawî cadût
dełêy torawe qîbley aşqanit
ke emřo keç buwe mîḧrabî ebrût
wekû mercanî ałe řengî eşkim
le taw řuxsarî le’il û lêwî yaqût
meke men’im le şehdî lêwîy ałit
dezanî xo ke kes najî be bê qût
’eceb sîřřî le ebrota beyane
muxalîf pêkewen hem taq û hem cût
were tahîrPen name mebeste dił be dunya
be zahîr cwan û, batîn pîr û fertût