nemdî keřetêk taqe nîgahêkî wefa ka
pênc xiştekî leser ẍezełêkî şêx řeza
Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
2 Xulek
2981 Dîtin
nemdî keřetêk taqe nîgahêkî ’eta ka
bem şahî û walayîye lutfê be geda ka
lêy dûre ke yek řesmî musłimanî eda ka
«řojê nebû ew dulbere bê řeḧme wefa ka
carê nebû ew kafre şermê le xuda ka»
min kuşteyî çawanim û çawanî le min win
derd û elemîş giştî bewe lêm buwe dujmin
bo çak û şefa kirdinî em derde dewaçin?
«ḧeyranin etîba le ’îlacî merezî min
luqmanî wîsalî meger em derde dewa ka»
katêkî ke pêy naye řikêf, taw le xemî mird
řoyşit û xem û fîkirmî ba dił legełî bird
êskî leşî min giştî le jêr barî fîraq wird
«karê ke ẍem û derdî fîraqî be minî kird
serma be hetîw, ba be dewarî şiřî naka»
’aşiq kuj û cebbare be dû dîdeyî keḧlî
sed ḧorî serî şoře le ber qametî nexlî
cêy fexre le bo dem, ke bibosî kefî ne’lî
«dêwaneye şexsê ke be ẍeyrî lebî le’lî
wek şahî sikender tełebî abî beqa ka»
hîcranî, gelê muhlîke bo bende wekû sem
hem sîneyî sûzane û hem dîdeye piř nem
zûxaw û xemî dûrîye, xorakme her jem
«tab û tebî ateşkedeyî hîcrî wekû şem
nêzîke minîş warîdî seḧrayî fena ka»
tenha seferim řêgeyî ew şoxeye, řême
zincîrî heway ’eşqî ewe, dayme le pême
bem ḧałewe pêm seyre yekê dîke le cême
«lem řêgeye teqdîrîy ezel wa bû ke ême
pamałî cefa bîn û řeqîb seyr û sefa ka»
ḧetta le xewîş dûre le min biçme kenarî
qelbî řeqî wek berde, nerim nabê be zarî
texmîs û ẍezel zeřřeyekîş naye be karî
«gyan û dił û dîn, hersê dekem bezil û nîsarî
bê kamî diłî min be lebî le’lî, řewa ka»
eşqî řuxî ew yare minî kirduwe natîq
çunkî ke «řeza» şêxew û hem şa’îrî ḧazîq
tahîrNasnava edebî gelê pêy xoşe qisey şêxêkî sadîq
«ser danê le řêy eşqî řeza, lazme aşîq
bo yarî ser û mał superî tîrî qeza ka»