qurbanî řuxt bim ke şiksitî be qemer da

Li pirtûka:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
Berhema:
Tahîr Begî Caf (1878-1918)
 1 Xulek  3739 Dîtin
qurbanî řuxt bim ke şiksitî be qemer da
ḧeyranî lebit bim ke řewacî be şeker da
her leḧze edey we’deyî wesił û nîye esłî
karit wekû dunyaye her emřoye be ferda
meqsûdî leser kuştinî ’uşşaqî ze’îfe
wextê ke deka xencerî tîjî be kemerda
herçende dekem se’î, le ber xwênî sirîşkim
xakê nîye bîkem be hewes gahê be ser da
naḧeq nîye nawestê eger pirdî teḧemmul
sîrwanî sirîşkim ke eka haje le serda
dił řoyîwe qurban le wicûdim be xeyałat
daym le seferdaye egerçî le ḧezerda
meylit heye tahîrNasnava edebî ke bipirsî le birînim
biřwane ke ew şoxe çi tîrî le ciger da