sûr û sipîy û naske wek çûzere řêwas
From the Book:
Dîwanî Tahîr Begî Caf
By:
Tahir Bey of Jaff (1878-1918)
1 minutes
1842 views
sûr û sipîy û naske, wek çûzere řêwas
awdar û teř û tazeye kołmey wekû gêłas
endamî letîfî çi biłîm, ’eynî bilûre
boy ’etir û henasey memkî kelle deka kas
xałî ḧebeşî qirçe dexate diłî ’aşiq
şimşêrî biroy sîne deka şeq wekû ełmas
ḧesret zedeyî aşqî şeydaye cemałî
meḧfûzî bikey řebbî mîne alcîneة û alnasArabic
lew sûrete meh peykere, lew serwe řewane
lew zulfe syamare ke ew gence deka pas
mułkî ’ecem û řome behay boseyî lêwî
deykem be fîday yek nîgehî mamş û biłbas
tahîrPen name serî teslîme le ber xakî berî pêt
daynawe îtir ḧeyfe meke besye qise û bas