tarîke diłim řewşenîy şemsî hîdayet
medîney emel
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
2 Xulek
954 Dîtin
tarîke diłim řewşenîy şemsî hîdayet
nuqtey diłekem mebde’î hatote nîhayet
řojim wekû şew waye bebê şem’î cemałit
subḧî emelim çawenwaře le ’înayet
namey ’emelim řûřeşe, wek sefḧeyî qelbim
ẍeyrî řeşî řengî nîye xoş ḧał û ḧîkayet
ahêkî cigersoz û nîgahêkî dił efruz
ba bê le teřef towe be te’sîr û sîrayet
berqî beřqî dujminî dîn, munkîrî bedbîn
key dête eser xermenî hestîm be řî’ayet
’îsyan be îza’ey dił û nîsyan be îta’et
wek cûtebra suḧbetîyan geywete ẍayet
«seyîd» senede, şahîdî «sadîqme» miḧemmed
bê seyqelî to dił nîyetî derk û dîrayet
ey padşehî mułkî wîlayet be ’edałet
mezłûmî şeřî nefsim û hatûme şikayet
kewtûmete jêr destî şeyatînî nifûsim
destê bidere destî şikestim be ’înayet
qurban be fîday qapî segî qapîyeket bim
webzane segim řamgire bo ḧîfiz û ḧîmayet
wek tazî ledûy seydewe min debme tufeylî
bew şerte ke wa pes nîgerît bê be ’înayet
ḧeyfe segî qapyet le zîyana bê zimanî
bê bakim egerna le hezar curim û cînayet
bê toşem û hatûmete dermałî kerîman
hercare bebê toşe deçin ehlî wîlayet
burhanNava taybet wekû ken’anNava taybet û şerefkendNava taybet ke mîsir bû
kirdit be medîney emel û ke’beyî ẍayet
hem şemsî be îsnadî û hem qutbî be îrşad
ew xerqe bese bo nezerî ehlî kîfayet
hem ḧazir û hem ẍayb û hem cem’ û perêşan
em cem’e neqîzeyne le to bû be řîwayet
bo beḧsî sifatit çi celalî çi cemalî
her ’eqłê ke kul bû hemû kul bû le bîdayet
sed herwekû mensûrNava taybet û hezarî wekû şiblîNava taybet
cařûkeşî derkin beheway derk û dîřayet
ser danê le meydanî murîdanî ḧerîqîNasnava edebî
bo goyî şeqên çake xweşt kut be kînayet