wefay min bê beha bû bo řewacî mamełey yarî
wiřîney xeyał
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
1 Xulek
1457 Dîtin
wefay min bê beha bû bo řewacî mamełey yarî
řezam yarim ke ew dawye be çînî fîtî bazařî
le sewdada «řeşîde» talbî qazancî eşyaye
heta zûtir lenawçê çake ecnasî wefadarî
meta’î me’rîfet cînsî wefa, fesłî nema, fewta
emin nabûdî ew bûm nabełed bûme xirîdarî
řewacî neqdî ’ehdî sikkeyî dêrîne fewtawe
be eskînase êsta mamełey bazařî mekkarî
bînay xaney wefa wek taqî kîsra kongirey řûxa
emin taze tenafî cot dekem be terḧî mî’marî
qisey tirş û qisey xoşim wiřêney ḧałî naxoşe
bebê keyfî ke zor û kem xeberdar nîye le mîqdarî
le desgay negbeta herkes çuwe ser textî bedbextî
nedîm îqbałî naka bo wezaret besye îdbarî
şewane lazmey teşrîfî menził bo kesanêke
xerîkî îstiraḧet bin be naz û nî’metî sarî
hezar ḧeyfê ḧerîqîNasnava edebî qet be zewqî xot nebû carê
biłêy bexwa zerîfit kut be mestî ya be huşyarî