le adem ta be xatem cumle ’alem piř seda û seyte
derdî řeḧmet
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
2 Xulek
1027 Dîtin
le adem ta be xatem cumle ’alem piř seda û seyte
be ’îşqî ḧezretî lewlak ewî zîndû nebê meyte
tetîmmey herselat û xatîmey ḧemd û teḧîyey ḧeq
sena bo al û beyte, baqî her efsane û beyte
lepaş sîẍey terazî û ayetî tethîrî seḧb û al
be qurban medḧîyan naye be cumle zeyte û keyte
ke toş lew nesleyî ceddit řeza bê şêr be gwê degrî
wekû řêwî zelîlî gurgî nefsim, sa, lebo keyte?
le xot û ceddî xot û nesłî pakit çaweřêy lutfim
leřêy ḧeqda mu’înim bin le ẍewẍay řojî yaleyte
be şahîd bin segî qafłey terîqî al û esḧabim
hemîşe gwê qulaẍî bangî heyheym û seday heyte
be îstîmdad û lutfî babeşêxNava taybet û hîmmetî kakî
giřugałê dekem tabłên le çaw kwêr û şelan peyte
kesê «sałḧ»bê bo zîkir û du’agoyît bebê çawî
hezar çawsaẍî wa dênê be çaw zîndû be dił meyte
lebo teşrîfî řêy mî’racî ceddit bû, nîday hatîf
ti’al ya ḧibîb alle timin ma timnîtErebî
derî řeḧmet guşad û babî tobe û řêy řeca wasî’
desa toş hîmmetê ke ce’ferî to řuknî ew beyte