ey cenabî seyîdî ’alî neseb key řehřewê

hezyanî nasazî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧerîq
Berhema:
Ḧerîq (1856-1909)
 2 Xulek  662 Dîtin
ey cenabî seyîdî ’alî neseb key řehřewê
’erze û derdî dewam û bê dewam dênête wê
bo ḧuzûrî pîrî kamił ’arîfî danayî řaz
şemsî eflakî hîdayet necmî řêy her şebřewê
xo mesellem ger le ẍayb destî pîr kota nîye
key debê dest û diłî pîrê lebomin řê kewê
řoj û şew ẍerqî xeyałim bê enîs û bê nedîm
çaw nemawe ta biłêm qet xew leçawim nakewê
xełkî ger destî biřa min çawî řêy destim biřa
ye’nî çawmebře ledest kes řizqî dest û pêt newê
ger hezarpê bê û hezar çaw bê be quwey bazwê
ẍeyrî meqsûmî nesîbî kes wedest kes nakewê
wem dezanî to le xizmet şêx û qazî lêreda
melce’e bo mustemendî derbeder lêre wilewê
bo qezay ḧacet le tenganey zerûrî bo kesê
lêy biqewmê êwe dałden ger zerûrî hełkewê
êste wek zanîwme herkes řû le dałdey êwe ka
xermenî hestî beba çû řojê sed dałyey dewê
par le «piştep» wa şekî bû def’î sed wehmî dekird
zennî ewsał be yeqîn çû řef’î şekkîş bû lewê
par û pêrar beḧsî fîtrey berdespanyan dekird
be qise řabird û qiseş me’lum zekatî nakewê
ta mela ḧusênNava taybet bû xeyałî pişkełêkim lê dekird
nemdezanî dewłemend bo şyake řûḧî nasrewê
êste ger mulla mecîd sûrbaşe lew dewrubere
wek dełên bê dewłete ew pişkełî řê nakewê
řesmî nasazî weye hezyanî nasazî heye
ger le bêtamî le tam û xwêy qiset dił hełguwê
sa’îlî lamezhebî bêřê qisey bê cê deka
wek emîr fermûy zibanî bibře ta le ziban kewê
nuqteyî şek bo beyanî pişkełî mulla ḧusên
çunke îşkale be em feḧwaye kuştî derkewê