ta tayî serî tuřřeyî piř pêçşî ba da

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  5239 Dîtin
ta tayî serî tuřřeyî piř pêçşî ba da,
her tayekî barêkî guł û nafe be ba da
guł hatederê, lafî le ḧusnî butî ma da
lerzîy qedî berzî, le řiqa zułfî ke ba da
şew çepkenî neylofeřî û cîlweyî řeqsî
şerminde deka zuhreyî zehra le semada
xoş subiḧ demêke ke be xende denwênê
bes zeřřeyî xorşîd le zeřřêkî suhada
dem dem ke deka zarî piř azarî be ẍunçe
bo de’wetî maçî lebe goya demî nada
sehmu ئەەلْfî alْqedî feqid sade fؤadîErebî
sadٌ hu mîn ’înh, qed sade fisadaErebî
bo maçî demî řenge le ’îşwey xemî ebroy
coyayî beqa xoy le demî têẍî fena da
nalîNasnava edebî ke ẍułamî mededî zułf û birote
şahêke le bin sayey bałî dû humada