estêre hemû meḧwe lenêw nûrî qemerda

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  10332 Dîtin
estêre hemû meḧwe lenêw nûrî qemerda,
ya şemsî cemalit şewî gêřawe be ferda?
xakî berî pêt hem gił û hem guł be suruşkim
weqtî ẍem û şadî ewe kirdûme beserda
telbîsî nîye ew kese dêwaneyî řûte
bêçare nema ẍeyrî ḧeyatêkî le berda!
řengî nîye řuxsareyî řengîn û letîfî
řoşin buwe em nukte sebatî le beserda
herçende ke însane le berçawî min û to,
mumkîn nîye em lutfe le însan û beşerda
îsbatî xet û xałe, be sed şuştin û giryan
naçêtewe em nuqte lenêw dîdeyî teřda
şewqî ke nebê basîre, me’yûse le dîtin
her şewqî ewe quwetî dînî be nezer da
alûde nebê da, be zebûn gîrîy xwênim
bo kuştinî min damenî pakî le kemer da
nalîNasnava edebî xeberî bê eserî ẍa’îbe, emma
nałêkî ḧezîn dê le munacatî seḧerda