tebessum derdexa ḧuqqey dem û cewher lenêw ewda

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4444 Dîtin
tebessum derdexa ḧuqqey dem û cewher lenêw ewda
bełê misqałe zeřře zahîre cîlwey le piřtewda
be parêk namewê derman, le neş’ey çawîye ’îllet
be pûlêk nakiřim ’enber, legeł zułfî ewe sewda
řeqîbî cuftelî, nabête nexçîrit, ke xer kuřře
elîfî çayre da’îm le qeşqey kerdiř û cewda
sîlaḧî perçemî piř xem eger tare û eger mare
biro û ẍemzey kewan û tîr eger hewda û eger mewda
le eşkencey şikencî zułfî ew bê we’de murẍî dił
denałênê wekû bulbul le subḧî kazîbî şewda
be tîrê dû nîşane ça nîye ey řoḧekem! şîrîn
be ẍemzey, taqe yek tîrî le ferhad û le xusrew da
weha mestî temaşay çawte nalîNasnava edebî ke nazanê
be bêdarî debînê, ya le neş’ey mestî û xewda!