coşiş û tabe lenêw dîdeyî giryanmida

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4466 Dîtin
coşiş û tabe lenêw dîdeyî giryanmida
çi tenûrêke le tendûreyî tofanmida
şebehî zołfî şebeh goneye, řûgerdanî
beserî ew ke be sewda ser û samanim da
şerer û tabiş û barş le demî ře’dî behar
eserî sozşî giryane le efẍanmida
to ke ḧorît, were nêw cennetî dîdem çi dekey
lem diłey piř şerer û sîneyî sozanmida?!
qîmetî maçî dused kîseyî saẍe û, nîme
ẍeyrî yek kîseyî sed pare le gîrfanmida
şîreyî cane witim ya meye? ça bû fermûy
’eksî le’lî lebî mercane le fincanmida
beḧsî sîřřî dehenî nuqte be nuqte bigeřêy
serî mûyê nîye bê nukte le dîwanmida
nalîNasnava edebî, ew nuqte ke wa bû be nîşaney çawî
min le sefḧey řuxî ew dulbere nîşanim da