ta tayî serî tuřřeyî piř pêçşî ba da
From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
1 minutes
6789 views
ta tayî serî tuřřeyî piř pêçşî ba da,
her tayekî barêkî guł û nafe be ba da
guł hatederê, lafî le ḧusnî butî ma da
lerzîy qedî berzî, le řiqa zułfî ke ba da
şew çepkenî neylofeřî û cîlweyî řeqsî
şerminde deka zuhreyî zehra le semada
xoş subiḧ demêke ke be xende denwênê
bes zeřřeyî xorşîd le zeřřêkî suhada
dem dem ke deka zarî piř azarî be ẍunçe
bo de’wetî maçî lebe goya demî nada
sehmu ئەەلْfî alْqedî feqid sade fؤadîArabic
sadٌ hu mîn ’înh, qed sade fisadaArabic
bo maçî demî řenge le ’îşwey xemî ebroy
coyayî beqa xoy le demî têẍî fena da
nalîPen name ke ẍułamî mededî zułf û birote
şahêke le bin sayey bałî dû humada