basî mî’racî ḧezretî miḧemed
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
65 Dîtin
şewêk dûr le seyr seray fanî bû
eḧmed le seray ummu hanî bû
cîbrîlî emîn le beytulme’mûr
buraqî hêna mutelel be nûr
le hewrî nîsan dûř’efşantir bû
le badî seba xoş’enantir bû
le medînewe şahî enbya
swarî buraq bû geyşte eqsa
lewê ḧazirbûn hemû enbya
îmametî kird şahî pêşewa
lewêwe çû bo felekî xizra
awzengî lêda seḧra be seḧra
bew tîjbałîye tawsî exzer
becê ma hełî werand bał û peř
cîbrîlî emîn qwetî nema
du’axwazî kird axir becêma
buraqî tawda derçû le kewneyn
beydaxî hełkird le qabelqewseyn
bîstî kelamî zatî sermedî
xuday te’alay be çawî ser dî
e’zay destî kird be řeqis û sema
çaw lebin hemû muwêkî řuwa
xuda fermûy to meqsûdî derga
metłebit çîye dawa ke dawa
bo gunahkarî ummet du’ay kird
xuday te’alaş derḧał gîray kird
ummetî xoy kird be berat diłşad
gunahkarî kird le duzix azad