basî kaẍez nûsînî pêẍember bo xusrew

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  102 Dîtin
le paş mudetê řesûlî xatem
kaẍezî nûsî bo şahî ’ecem
nûsî be nawî ew padşaye
bê ew hîç nabê û xoy bêcêgaye
xellaqî dunya û hemû mewcude
hetakû ebed feyyazî cude
be mêşûleyek dekujê fîlî ner
mêrûle dekat be mar û ejder
ew xełqî kirdûy to miştê xakî
le serit derke kîbir û bêbakî
le çingî mirdin qet řûḧ dernakey
ke ecelit hat natwanî řakey
le řub’î meskûn ’êraq behrêke
ca lew behre meda’înîş şehrêke
le meda’înda pyaw zore el’an
toş însanêkî manendî ewan
şehadit bide xalq xudaye
bê cêge û mekan tak û tenyaye
her ew xudaye xalqe û ekber
minî kirduwe wa be pêẍember
agirperistî to bereła ke
peyřewî şer’î řesulułła ke
boç deperistî agirî pir dûd
xudaperist be mebe be nemrûd
le agir dozex xot der bihêne
musłiman bibe şehadet bêne
kaẍez tewaw bû betalûke û dew
qasd kewte řê birdî bo xusrew
wextê kaẍezî wergirt xusrewşa
le řiqa hoş û şi’ûrî nema
ke dî nûsrawe heybet engêze
namey miḧemmed bo lay perwêze
ẍirûrî şahî le řîge lay da
gutî kê bê wa cesaret bika
aza bê ke xoy be gewre dîwe
nawî xoy le pêş nawim nûsîwe
řengî řwî têk çû beqar û be qîn
diřî namekey xatem murselîn
to mełê namey eḧmedî diřî
şêt bû neyzanî cergî xoy biřî
qasîd geřawe xêra destubird
maceray ’erzî řesûlułła kird
ca le mu’cîzey xatem enbya
bizane xusrew çî hat beserya
leser şet pirdê hebû le asin
lafawêkî da hełî kend le bin
hewretrîşqe be emrî xuda
le qesrekey da taqêkî řûxa
bay semum lepiř hat û be sitêz
bûn be qerebrût gułgûn û şewdêz
le mu’cîzatî xatemul’enbya
lew řojaneda zorî wa řûy da
be xusrew xuda neyda hîdayet
bêçare meḧrûm bû le ’înayet
seyrî celalî pêẍemer ke, to
be çawî dîqet tê fikire meřu
’eceb bedrêke cêy lejêr xake
keçî nûrî ew leser eflake