basî şîruye kuřî xusrew

Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  62 Dîtin
xusrew le meryem kuřêkî hebû
nawî şîruye bedřeg û bedxû
çirdaweřû bû sûrfil û çawşîn
layeqî hezar le’net û nefrîn
wextê ke ’umrî geyşte de sał
’alem le destî bûn perêşanḧał
wextî serf dekird be ḧîlekarî
be îşî puç û be bedřeftarî
her ke şîrînî ewel def’e dî
’aşiqî řûy bû gutî kaşkî
em meḧbubeye jinî min debû
’îşqî şîrînî her leserda bû
buzirg umîdî tełeb kird xusrew
derdî şîruyey beyan kird bo ew
gutî detirsim lem bed’extere
serserî û eḧmeq şêt û bêfeře
ne xuşkekanî xoş dewê ne min
legeł hemûman buwe be dûşmin
min tacim leser tacdaran send
keçî em kuřem pîse napesend
cwabî dayewe ḧekîmî dana
gutî me’lûme ey şahî cemca
herçî bê eme cigerî toye
axir parçeyek gewherî toye
mwafîq nîye qurban lelay min
cigergoşey xut bikey be duşmin
gewre bêt yeqîn diłî pak debê
xot çakî ewîş axir çak debê
êsta mindałe xwênî deda coş
wexetê gewre bû debê ’eqił û hoş
qeza way hêna beynêkî pê çû
xusrewî perwêz arezûy wa bû
waz bênê le ’eyş û zewqî şahane
’îbadet bikat bo ateşxane
terkî dunyay kird be carê xusrew
şîruyey kuřî danîşt lecêy ew
şêro destî kird be badenoşîn
hoşî nemabû le ’îşqî şîrîn
axir şîruyey bedřegî bedgyan
bawkî ḧebis kird xistîye naw zîndan
xusrewî perwêz ’aciz û ẍemgîn
kes lelay nebû be ẍeyrî şîrîn
bełam be şîrîn diłî zor xoş bû
hemû ’alemî la feramoş bû
gutî be şîrîn gyane tom bese
dewłet û mułkim min key mebese
şîrînîş deykird diłnewayî ew
diłxoşî deda da’îm be xusrew