basî kujranî xusrew be destî şîrûye
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
57 Dîtin
şewêk şîrînî şoxî nazperwer
deykird qisey xoş bo şay tacwer
le pêy şada bû zincîrî zêřîn
pêy nabuwe naw pêy zîwî şîrîn
be demî gułî zor şekirî şikand
ta be qisey xoş xusrewî nwand
şîrîn xewî lê kewt le paşan
bê xeber le dewr çerxî asman
lepiř dêwêkî pîsî bedkirdar
bê řeḧim û mirwet herwekû segsar
çuwe jûrewe fûy le çira kird
bedestîyewe bû tîẍê destubird
day leser diłî şahî tacwer
xwên wek feware derḧał kirdî ser
xusrew le xewî şîrîn řapeřî
bazreqey xwênî leser diłî dî
seyrî kird awa leser ta be ferq
lenaw lafawî xwêna buwe ẍerq
tînwî bû wîstî daway aw bika
fikirî kirdewe gutî lepaşa
bexwa êstake min bo qumê aw
ḧeyfe hełsênim yarî mesteçaw
çunke emşew ew direng nûstuwe
eger bizanê emem tûş buwe
xewî lê ezřê naxewê şîrîn
des deka be şîn be diłî ẍemgîn
tînû mayewe ta řoḧî derçû
legeł şîrînda wa bewefa bû
’aqîbet letaw şepolî xwênaw
çawî kirdewe şoxî mesteçaw
şewanî pêşû bext yar bû
be dengî saz û berbet bêdar bû
ew şewe way kird çerxî sitemkar
be xwênî germî xusrew bû bêdar
şîrîn berbuwe hawar û feryad
bangî kird gutî ey dad û bêdad
werin bizanin ke çî qewmawe
małî wêranim xusrew kujrawe
şîruye emca nardîye lay şîrîn
gutî pêy biłên hîç nebê ẍemgîn
ew debê be min diłî zor xoş bê
heta yek hefte mat û řeşpoş bê
lepaş yek hefte be keyf û demaẍ
wekû desteguł deyhênme naw baẍ
deykem be gewre û melîke û serwer
ḧuremetî degirim le xusrew zyatir
em xebereyan ke da be şîrîn
wek sirke tund bû be diłî ẍemgîn
bełam be cwabê şîrîn tefrey da
gutî pêy biłên eger řast deka
min çî pê dełêm zû becêy bênê
behane negrê diłim neşkênê
textî cemşîd û perde û barega
byansutênin hemû serapa
qesrî padşa le bêx derbênê
qule û telarî baş biřûxênê
barbud derbika pel bikat şewdêz
ba nekem yadî xusrewî perwêz
wextê emaney becê hêna ew
ewsa denêjîn cenazey xusrew
lepaş emane bo min serlenwê
qesir û baregah dirûst ka becwê
zor zû emane bika tikaye
ewsa pêy dełêm zor siřî tyaye
katê emey bîst şîruyey bê dîn
zû becêy hêna emrekey şîrîn
şîrînîş hemû cilubergî şa
day be feqîr û hejar û geda