basî difnikirdinî xusrew û xokuştinî şîrîn
Li pirtûka:
Şîrîn û Xusrew
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
2 Xulek
110 Dîtin
emca bo laşey şahî tacdar
sinduqyan taşî le ’ûdî qumar
sinduqekeyan girte textey zeř
řazandyanewe be dûř û gewher
be ’adetî zûy şahanî ’ecem
xistyane sinduq şahî cemḧeşem
çend padşahê hełyangirt be şan
birdyan be ḧûrmet bo ser gořistan
buzirg umêdîş her wek şořebî
le derd û ẍema leşî delerzî
deygut kwa gewrey şahanî ’ecem
kwanê saḧêbî şimşêr û ’elem
kenîzan zułfyan kirdibû pexşan
lepêş xełqewe be kuł degryan
şîrînî ermen wek tawsî mest
wêney xuserewî girtibuwe ser dest
serpoşî zerdî dabû beserda
lîbasî cwanî kirdibû bebirda
lepêş cenazey xusrew be tenya
dehat û deçû be řeqis û sema
be lence û be lar deřoyşit sermest
her kesê deydî zû deçû le dest
bem new’e her kes ke deydî şîrîn
wa tê degeyşit hîç nîye ẍemgîn
şîruyeş dîsan way zanî ke ew
hîç ẍembar nîye bo mergî xusrew
řoyştin leser gořistan emca
lenaw gumezda sinduqyan dana
xela’îq hemû çûne derewe
şîrîn be diłî ẍemperurewe
çuwe jûrewe dergay kird meḧkem
kifnekey lada le şahî ’ecem
lew cêgey wa tîẍî lê dirabû
tîẍî da leser cigerî xoy zû
be xwênî germî şoxî diłara
tazey kirdewe birînekey şa
destî kirde mil xusrewî perwêz
naye nawdemî demî şekiriřêz
şîrînî ermen ca kirdî hawar
ehalî wextê ke bûn xerdar
gutî xełqîne wa xom necat da
gyanim şad bû awatim nema
pyawe gewrekan ke bûn baxeber
bang û sedayan lê hełsa yekser
gutyan şîrîn bo mirdinî to
bo wefa û bo gyanspardnî to
le ’îşqa herwa lazme mirdin
herwa debê gyan be yar sipardin
gelê jin heye aza wek şêre
zor pyawîş heye jînî bêxêre
lenaw gumezda dû yarî diłpak
be řesmî şahan nîjran lejêr xak