leşkirî wehim û xeyałatim, leser dił dabezî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
leşkirî wehim û xeyałatim, leser dił dabezî
řojî sêzdey şûmî şewmî, kirde girye û ’aczî
sûre sêwêkim le liq, xistimte ber dar û qełang
ya memî ser sîngî ew bûm, çûme ber destî kezî?
boç nehatî, hênde bangim kirdî û pařamewe?
xoperistî, gawrî, cadûgerî, ya řafzî?
pêm biłê nawî çi bû, em hatin û nazet ke kird?
min sere û hewraz û kewtim, to serewjêr û bezî
ger sibeynêş, bêyewe cê řawgekey îmřo nehat
wa ezanim em nesîmem, sałe wextêke wezî
her wekû çawî řeş û xałî leb û kułmey sipît
sîpelakim řeş buwe, dił daxe, cergim qaqezî
çon negryem, perçem û zułfî ke exşênê le řûy?
kêye dîtûye leser xermanî xunçe, bare zî?
řaçenî řoḧim le dengî bazin û, dił hate coşNusxeyên din: řaçenî řoḧim le hařey bazin û, dił hate coş
wek le agirdanî řûy, cergî kebabim daçzî
řacyaNasnava edebî! yezdanî pak, bot hełdesûřênê sibey
pêy bigey, her bîgûşî, her bîmjî, her bîgezî!