caḧêłîyekem lem xefete, geywe be pîrî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
caḧêłîyekem lem xefete, geywe be pîrî
hêşta gułekem, cewr û cefa neçuwe le bîrî
řeştałeye, şîrîne, çi xwêngerme, çi diłkêş?!
bew perçeme, řoḧ û diłî birdim be esîrî
xałî serî lêwanî hemû gence le řûma
xakî derî ew diłbere nadem be wezîrî
’umrêke, legeł ’îşqî to min bûme birader
sałêke, leberçî tu xuda lême zwîrî?
bew perçem û egrîceye, bimniwêne le baẍan
bew areq û bade û meye, bimşêle hewîrî
bew nazkî yu nermîye, to zubdeyî canî
bem turit û teřî û gurcîye, to selke penîrî
lew bend û meqamatî cefa û hełxełetanin
to bûye ebuzeyd û, minîş bûme ḧerîrî
takey? le dway badeyî xawî to be custî
esrîn biřjênim, be dû sed şêxî cezîrî
lew mecmereda zahîye pişkoNasnava edebî, ke geşawe
diłgerm û besoz û kułe, westawe be jîrî