dînemoy dił kewte kar û cerge bote patrî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  96 Dîtin
dînemoy dił kewte kar û cerge bote patrî
bo mekîney cîsmî êmen, zułf û perçem, wayerî
koyl û dîlkoy henawim, bem henasaney pilak
řoyîwe teqsîmîy û herdû pilatînî werî
em tiřunbêlî xeyałem, lem dere pençer buwe
bew hemû xał û xet û alate, her toy fîterî
ger le řêgay ’îşqida ça bêtewe, peyman eka
cig le to, hełnegrê cind û ademî û ḧûr û perî
ahî tîjim hořnî debłe, le řêm laden řeqîb
neymjê ta xwên û xuřtan, karebay eskenderî
xaneyî benzîn û řonî, herdû sûtan dûr le aw
mestî kird ew sa’îqey çawit, mey û cadûgerî
şefit û siprîngî şika, řîngî pisa, tayey teqî
wa leber em sûretawî kułme bûme hemşerî
bê kilac û bê cele û bê silf û îstop û giłop
karî dił yekdem kira, lew seyr û řawe bûm berî
kê heye pişkoNasnava edebî wekû to, sûr û sûtabê le ’îşq?
her wekû îmřo leser xot kirde tapo şayerî