weten! boçî legełma, hênde bê řeḧim û cefakarî?

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
weten! boçî legełma, hênde bê řeḧim û cefakarî?
ełêy bo pêwedanî cergî min, şewgerd û řeşmarî
demê nemdî xeraman bêye ber çawanî xwênawîm
pelamarit bida nextê, desî yarane bo yarî
meger meylit legełma her nemawe, boye torawî
le dest û baweşî xełka hejarî, boye bêzarî
be boy xunçe û guł û řeyḧan û beybûn û binewşeket
meger bûjawmewe lew řoxî perjînet, be řêbwarî
be em naz û girîşme û lence û laret, be şoxî, to
legeł dujmin teř û şîrîn, legeł min weḧiş û lasarî
tikay řojê ekem, bem sozewe, ger bêye baweşma
le dił bikujêtewe beşkû biłêsey bang û hawarî
weten, daykî be şîr û şîrin û bê şû bû, hełgîra
biřo bedway kewe řacîNasnava edebî, etoş her bê kesukarî!