basî kuř û kiç barî, wek daneyî mirwarî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  154 Dîtin
basî kuř û kiç barî, wek daneyî mirwarî
kuř merḧemetî barî, kiç zînetî naw şarî
kuř xawenî dîwane, wek şahî suleymane
kiç merhemî canane, bo yarîy û diłdarî
kuř merdî şeř û şore, kiç gencî deq û more
kuř sełtenetî zore, kiç bote şehryarî
kuř şêre be sermestî, kiç baze be serbestî
kuř neqde leser destî, kiç řewneqî bazařî
kuř çawî xudabîne, kiç ayîneyî jîne
kuř diłder û gułçîne, kiç baẍe leb û zarî
kuř ’aşiqî leylaye, meylî qed û bałaye
kiç nî’metî mewlaye, řeḧmet le kesukarî
kiç şem’î şebustane, kuř boy buwe perwane
kiç keyfî le sûtane, kuř bêtewe dîdarî
şîrîn, kiçe, şazade, kuř xusrew û ferhade
kiç leşkirî bêdade, kuř bote ’elemdarî
to şa’îrî fennanî, řacîNasnava edebî kuřî meydanî
sewday kiçî kurdanî, sa bîde pelamarî