xwên řijawî dił le řêgey nîştiman, řořoyetî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  97 Dîtin
xwên řijawî dił le řêgey nîştiman, řořoyetî
herçî şîwen ka le hawxiwênanî gel, bo xoyetî
xunçe xendey da be dem, bêbake lêwî hełdiřa
herçî dem dûrwawe çaxî muzd û werd û şoyetî
mey be abûrî enoşê, dîde têkeł jîn eka
diłberî şîrîn gyan, perjînî řeng û boyetî
wa gelawêjim hełat û zuzeneb piř pê hełat
karî hełkêşanî bîre, dû terazû koyetî
bo gelî aware, awî guł geşîy řoj û şewe
bo gel’amojî le her meydan, ewa hohoyetî
mey, be bezmî komeł û goynde zîkey serbika
pasewan estêre bê, dił xawenî şewboyetî
ḧewt řûbende ke xul den, nokerî bezmî ewn
’unsur û sê řołe bexşîn, asmanîş goyetî
em gelawêje, birîqey xiste afaqî jyan
řoj û şew bo perwerş, nûrêke hamuşoyetî
her birînêkî ciger, zuxawî lê etkêtewe
řojî mergî bêkesîy, obałî min bestoyetî
her kesê serxoşî camî hoze, wazî řûyetî
daneyî sûr û sipî mey, taqetî ejnoyetî
ta beser karî huner, westawe bo hozî bekuł
agirî newrozî bexte, řacîNasnava edebîû pişkoNasnava edebîyetî