ke hat lêşawî mêşawî siruşt û îşî řamałî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  106 Dîtin
ke hat lêşawî mêşawî siruşt û îşî řamałî
le pêşayî şepolî kuł, xefet şeřwałî damałî
le awzîngî henîskî jîn, diłî kurd wek henasey min
le gencîney zewî û kata, be bê desmałî, des małî
milî her kes temaşa key, be toqî taqmêk gîre
serî her kes temaşakey, temî hełdawe řeşmałî
seba emsał sibeynan û, şemał êwarekan nayen
meger řeş bûnewe çawî bedî bařeş bû heł, kałî
biłêm bařeş nîye çake, henasey merdî zanaye
ke lem dunyaye ber pane, nîye hawcût û hawałî
zeman kirdî ewî kirdî, ke torandit kesukarit
tirazandî le yek dû dił, be tîtał û be fîşałî
nesîm serkiz buwe îmşew, le coşî hoşî bê noşan
dehołî dunbekî mekire, heway zuřnaye şimşałî
pelî bigre û be zêy dade, ewî derçû le hoz û gel
be xoy û aẍey û şêx û, defe û poşîn û bermałî
kesê çawî diłî řewşen nebû bem nîştimanî kurd
şeqîke û, piř şeqîke û, lêy mepirse sûç û obałî
kesê ger hate bîrî naz û bałay bûkî baẍatî
le pêyke zînetî mêrg û çya û mêlaq û qemtałî
şewî kanûnî kurdanim, ke pişkoNasnava edebî germî dahêna
leser kursî denûn germên û kwêstanî, be xoşḧałî