minałî diłme giryawe, le řêy şarane yaranî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  93 Dîtin
minałî diłme giryawe, le řêy şarane yaranî
le bê şîrî wişk bû, taze wa dayane dayanî!
wenewşe û xunçe dên û, sunbul û guł têkeławyan bin
le kułmey dabnên perjîn û em nawane nawanî
çi qamet: ’er’er û seru û sinewber, nesteřen, şimşad!
diłey piř agirim, diłber, be em lawane lawanî
demê mestim deka çawî, demê bestim deka ebroy
tebîb to çît le min dawe? ke lem nazane nazanî
ke dê bo kuştin û girtin, be haře û haj û hûjêke
ke katê îşî xoşî dî, le bê hestane hestanî
ke bestey perçemî dî dił, giřûy girt û serew bin bû
le bazařî cwanîy yar, be ew toqane toqanî
diłî řacîNasnava edebî nepşikût û gułî bextî werî, çunke
senem zû bew nyaz û bîre wu tasane, tasanî