seru qedêkim heye, nazk û şox û zerîf

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  155 Dîtin
seru qedêkim heye, nazk û şox û zerîf
çaw be xumarêke ew, diłber û mest û letîf
sîne be peykanî mûy, kunkun û piř şořşe
řû be heway řûmetî, çote meqamî xerîf
dête sema û hełpeřîn wextî temaşa, řeqîb
kilkî be cîngił dexa; seg ke bibînê řeẍîf
sełtenetî meḧkeme, çawî řeşt da’îma
xał û xetit zabit û, can û diłî min ředîf
lêwî birînbarî min zare gelê, ey tebîb
maçî leser dabnê, merhemî nerim û xefîf
lenceyî xoşteb’î to, zînet û keyf û sirûr
qametî azadî to, řast û bedî’ û neḧîf
megre le řacîNasnava edebî be ’ar, girye û sewdagerî
naye le bêjîng da, «ma’u dima’u alwesîfErebî»