řaste! řazawe birader, şar û bazařî nîfaq
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
1 Xulek
178 Dîtin
řaste! řazawe birader, şar û bazařî nîfaq
gerdinî şil bû kesêkî kewte kułxaney wîsaq
çawenořî qapîyey dujmin neka, ba hîç kes
her le cêgey xoy muheyyaka qubbe û asar û taq
řû le mułkî ’îzzetî nefsî bika herkes, bełê
ew ḧukmiřane be neqdî serbiłindîy her suqaq
herçî serçawey jyanî mîllete noşî biken
xo biparêzin le mekir û, bê xyanet, îttîfaq
qewmîyet, qurban gelê xoşe eger tamî eken
kûreyî bonxoşîye, řêkîy le naw mułkî ’êraq
namewê gencî nezanî bê zeka’î kem ḧisul
ye’nî karî meşweret, ser berz eka ehlî ḧezaq
qet meken tałûke bo derkewtinî řêgey fena
wirde wirde, wernedû aqarî jîn û îştîraq
pîr û caḧêł hêşte qurban şarezay dinya nebûn
boye dernaçin le îstîntaq û îẍtîraq
min tikakarim wekû řacîNasnava edebî, ke mîllet řêk bixen
îş û kar û, řesim û adab û, biłindî û întîbaq