ke řazawe binaguşt be mêlaq

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  112 Dîtin
ke řazawe binaguşt be mêlaq
deřûxênim binaẍey zuhd û exlaq
mîsalit nebuwe ey mîsrîy, le ’alem
biřindey dest û şîşey cergî eḧdaq
geřam û, dîtim û, nemdî der û jûr
nebû wek min, beto muḧtac û muştaq
le řîzey xał û xetit û lêw û kułmet
be dił kirdim leser heq, bextî sellaq
îtir neygirt û řoyî, nûst û gum bû
emîşim çû, ewîşim çû, le yek taq
le cewrî řojgarî dunî ẍeddar
ḧukim kirdin, nisîb û, wesił û ewraq
řuxî araye, wa aramî birdûm
netîcey ẍarte, yarî semen saq
nîgarim řa neka, řame meramim
kemendî ahî sînem, serdexa laq
nebê bakit be dewrî dehir, řacîNasnava edebî
bikoşe, her degeyye diłberî taq