řenceřoy kirdim cefayî řojgarim, her teref

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  155 Dîtin
řenceřoy kirdim cefayî řojgarim, her teref
xem biławey xiste xermanî qerarim, her teref
piř eser, awareyî xakî ẍerîbîy kirdûm
bê qerarim, bê hewarim, giryebarim, her teref
ey xuda! qet kes wekû min, sa le xoy bêzar nebê
mat û ḧeyranim, esîrim, xaksarim, her teref
ẍem le kuncî sînema cêy girtuwe, nayête der
quřbeser, gîrodeyî leyl û neharim her teref
’alemî dunya, be kullî, hetik û nefrînim eken
tîrebaranî cefay gewre û sîẍarim, her teref
ey xuda her toy ke eḧwałî esîran çarekey
xot ezanî min kewa bê karubarim, her teref
cê qumarî nakesan û, qeşqyanî ’alemim
bê enîs û yar û piř derd û hejarim, her teref
na’umêd nabim le řeḧim û şefqetî can, aferîn
çende ẍerqî beḧrî qehrî kirdigarim, her teref
řacyaNasnava edebî, mewla řicagîr û ḧekîm û ẍalîbe
êste bê ḧîkmet nîye wa derdedarim, her teref