wekû gogirdî kokirdî, le sozit heł debim kef kef

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
wekû gogirdî kokirdî, le sozit heł debim kef kef
be firmêskî birîn û çaw û dił, têkeła debim kef kef
ke hatî dîtmî cana, le meyl û merḧeba satê
wekû muzmîn leser agir, be gurcî ḧel debim kef kef
le meyxaney wîsałit, pîşeme noşînî mey demdem
le kułxaney fîraqit, sîne piř menqel debim kef kef
be daẍit bûme çołperwer, dirêẍit qet nebû ẍeddar
degirfêm her be te’ne tûşî her komeł debim, kef kef
soraxim nakey û carê le kîbra řû lekes nakey
wekû îksîrî piř fen hełdeçim, muxtel debim, kef kef
le baxî xoşîya ey guł, le lêwit xendeye nim nim
wekû danûy meşayx, min beden hel hel debim, kef kef
nema řacîNasnava edebî teḧemmul, meḧmelî canan ewa řoyî
le tarîkî fîraqa sîne piř dukeł debim, kef kef